Rêbiwar Taha bangî Kerkûkiyan kir: Li malên xwe bimînin

21-11-2024
Rêbiwar Taha daxuyanî da medyayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rêbiwar Taha daxuyanî da medyayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Serjimêrî Rêbiwar Taha Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ji Kerkûkiyan xwest ku heta serjimêrî sergihayî bibe li malên xwe bimînin.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê nifûs tê hejmartin, pêvajoya ku doh dest pê kir îro jî berdewam dike.

Lijneya Ewlehiyê ya Kerkûkê îro li ser mijara serjimêriyê civiya.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha piştî civînê daxuyaniyek da rojnamegeran û got:

“Heta niha plana ewlehiyê ya ji bo serjimêriyê bi rengê ku me diyar kiribû berdewam dike.”

“Beşa Kerkûkê dê zêde bibe”

Rêbiwar Taha ji xelkê Kerkûkê re got, “Heta serjimêrî sergihayî (temam) bibe li mala xwe bimînin” û wiha got:

“Nifûsa Kerkûkê milyonek û 350 hezar kes bû lê li gorî vê serjimêriyê dê bibe milyonek û 900 hezar kes.

Ev jî dê beşa Kerkûkê ya ji budce, tayînkirin û karebaya niştimanî zêde bike.”

Li gorî agahiyên ku Rêbiwar Taha dane, li Kerkûkê pêvajoya serjimêriyê ji sedî 80 xelas bûye lê girîng e ku xelk li malên xwe bimîne da ku agahî rast bên qeydkirin û pirsgirêk çênebin.

“Xwe bi gotegotan re mewestînin”

Parêzgarê Kerkûkê angaştên bi rengê “Kesên ne ji Kerkûkê li ser Kerkûkê tên nivîsandin” red kirin û got:

“Ez bi zelalî bibêjim keseki ne ji Kerkûkê nikare navê xwe li ser Kerkûkê tomar bike.

Belgeyên wî yên berê nîşan didin bê ma ew kes ji Kerkûkê ye yan ne, ji ber vê yekê jî pêwîst nake kes xwe bi van gotegotan re biwestîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst