5 roj çêbûn: Zarokê Şirnexî hîn jî winda ye

21-11-2023
Nîşan Şirnex Cizîr Zarok Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê ji bo zarokê ku 5 roj berê winda bûbû xebatên lêgerînê didomin.

Mehmet Mehdî Demîralpê 16 salî, beriya niha bi 5 rojan li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê winda bûbû.

Heta niha jî xeber jê nîne û xebatên lêgerînê ji ber egera xeniqînê di Çemê Dîcleyê de didomin.

Piştî ku telefona wî li qeraxa Çemê Dîcleyê hat dîtin, tîmên AFADê, polîs û noqavan dest bi xebatên lêgerînê kir.

Tîmên parastina sivîlan li hinek cihên çem bi boteke seravî li Mehmet Mehdî Demîralp geriyan.

Tîmên ewlehiyê jî bi dronên çavdêriyê tevlî xebatên lêgerînê dibin.

Li aliyê din, noqavên ku navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê jî hatine beşdarî xebatan dibin.

Tevî hemû hewldanan jî ev 5 roj in ku Mehmetê 16 salî nehatiye dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst