Hewlêr (Rûdaw) - Li xaçerêya Westan û Payîzavayê ya Wana Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û 8 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Murat Aslan diajot û otomobîla ku Bekîr Abaci diajot li xaçerêya Westan û Payîzavayê li hev qelibîn.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên parastina şaristaniyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Jineke ku di otomobîlekê de asê mabû, bi xebateke demdirêj a tîman hat derxistin.
Ew jin radestî tîmên tenduristiyê hat kirin.
Di qezayê de bi giştî 8 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên derdorê.


