Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îranê got, “Di dawiya şerê 40 rojî de me komek dronên nû ji bo êrişkirina ser baregehên Amerîkayê yên li herêmê bi kar anîn.”
Wî her wiha destnîşan kir ku wan bi êrişên dron û mûşekan hemû binesaziyên Amerîkayê yên li Hewlêrê tune kirine.
Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremî Niya li ser şerê di navbera Îran û Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Mihemed Ekremî Niya ragihand ku di êrişên bi dron û mûşekan de wan şiyana leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê şikandiye.
Li gorî gotina Mihemed Ekremî Niya, wan di dawiya şerê 40 rojî de bi dronên ku ji Areş 2yê bipêşketîtir in êrişî berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Berdevkê Artêşa Îranê behsa wê yekê jî kir ku wan hîn taybetmendiyên dronên nû ji raya giştî re eşkere nekirine û got:
"Lê li gorî Areş 2yê hêza wan a wêrankirinê zêdetir e, di lêdanê de baştir in û mesafeyeke zêdetir jî diçin."
Mihemed Ekremî Niya di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dron û mûşekan ên Îranê yên li Herêma Kurdistanê û anî ziman:
"Me hema bêje hemû binesaziyên Amerîkayê yên li Hewlêrê tune kirine."
"Me zerereke cidî gihandiye Amerîkayê"
Berdevkê Artêşa Îranê her wiha destnîşan kir ku wan li welatên Kendavê jî zerereke cidî gihandiye baregehên Amerîkayê û beşa zêde ya şiyana leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê ji nav biriye û diyar kir:
"Amadehiya me ya temam heye ku eger şer dirêj bike, em operasyonên xwe yên li dijî Amerîkayê bidomînin."
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re, hêzên çekdar ên Îranê bi hinceta gihandina zererê ya berjewendiyên Amerîkayê bi dron û mûşekan êrişî welatên herêmê û bi taybetî jî Herêma Kurdistanê dikin.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê 28ê Sibata borî ve, zêdetirî 930 dron û mûşek avêtine Herêma Kurdistanê.
Ji ber wan êrişan heta niha 32 kes şehîd ketine û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûne.


