PKKyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan HPG Mêrdîn Nasnameya Gerîlayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 3 gerilayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku her sê gerîlayan li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê Şekîrnaz Kaplana bi nasnavê “Gulbahar Mercan”, Emîne Kaplana bi nasnavê “Eylem Munzûr” û Leyla Gulcuya bi nasnavê “Dîcle Eylem” 4ê Tebaxê canê xwe ji dest daye.

Herwiha HPGyê ragihand ku Şekîrnaz Kaplan ji Bedlîsê, Emîne Kaplan ji Êlihê û Leyla Gulcu jî ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

HPG di heman demê de da zanîn ku her sê gerîlayan li herêma Bagokê ya navçeya Nîsêbîna Mêrdînê canê xwe ji dest daye.

Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî roja 4ê Tebaxê ragihandibû ku di "operasyona" artêşa wî welatî ya li devera Bagokê de 3 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst