Hirç jî ji germahiya zêde bêzar in: Xwe di Gola Nemrûdê de hênik dikin

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Gola Kraterê ya Nemrûdê Hirç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê hirçên ku ji germahiyê bêzar bûbûn daketin ber Gola Kraterê ya Nemrûdê û xwe xist avê.

Dîmenên hirçan ji aliyê geştyarên ku serdana Gola Kraterê ya Nemrûdê kirin ve hatine girtin.

Gola Kraterê ya Nemrûdê di çarçoveya projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayê (EDEN) de xwediyê Xelata Newazetiyê ye.

Gol xwedî xwezayeke taybet e û ji aliyê zanistî ve jî xwedî teybetmendiyeke cuda ye.

Gola ku bi berdewamî mazûvaniya xelkê dike vê carê bûye rawestgeha hirçên wê herêmê.

Hirç ji ber germahiyê dadikevin ber golê, berê têr avê vedixwin û piştre ji bo ku di vê germahiyê de xwe hênik bikin dikevine avê.

Gola Kraterê ya Nemrûdê di heman demê de navendeke girîng a geştyariyê ye ku salane geştyarên navxwe û biyanî berê xwe didine wir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst