Wênegirê Kurd 7 roj in winda ye

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Murat Yazar Wênegir Windabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wênegirê Kurd Murat Yazarê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ji 14ê Tîrmehê vir ve winda ye.

Hat ragihandin ku Murat Yazar herî dawî li navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê hatiye dîtin.

Hevalên wênegir Murat Yazir li ser windabûna wî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ji bo dîtina wê banga alîkariyê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wênegirê Rihayî Murat Yazar, dema li ser projeyeke demdirêj a ku çemên Dîcle û Firatê belge dike dixebitî winda bû.

Di daxuyanyê de hat ragihandin, “Wênegir Murat Yazarê ku li Îtalyayê dijî, herî dawî 14ê Tîrmehê roja Yekşemê li navçeya Zaxoyê ya Kurdistana Îraqê hatiye dîtin û ji wê demê ve ti agahî jê neyên wergirtin.

Murat Yazarê 47 salî bi dehan sal in ku li Rojhilata Navîn, Kafkasya û Balkanan wêneyên mirov û dîmenan digire.

Murt Yazarê ku herî zêde bi portreyên xwe yên reş û spî tê naskirin.”

Hevalên wî diyar kir kir ew ji bo Murat Yazar bi endîşe ne û wiha pê de çûn:

“Ev çend sal in Murat li ser projeyeke derbarê Dîcle û Firatê dixebite û ji bo vê projeyê ji Navenda Pulitzerê bûrs wergirt.

Em, hevalên wî û malbata wî ji bo wî bi endîşe ne.

Ji bo dîtina wênegirê winda Murat Yazar ji me re bibe alîkar ku em kampanyayek berfireh çêbikin.”

Ji 14ê Tîrmehê ve winda ye

Agahiyên li ser windabûna Murar Yazar wiha ne:

“Murat Yazar, Yekşeme borî 14ê Tîrmeha 2024an winda bû. Herî dawî li navçeya Zaxoyê Herêma Kurdistanê hatiye dîtin.

Murat Yazar ji hevalekî xwe yê li Zaxoyê re gotiye ku wî plan kiriye ku ji bo projeya xwe ya çeman wêneyê Çemê Dîcleyê yê aliyê Îraqê bigire.

Murat herî dawî 14ê Tîrmehê dema peyatî ji otêla xwe derketiye hatiye dîtin.

Ji hevalekî xwe re gotiye ji bo ku wî ji navenda Zaxoyê bibe ber Çemê Dîcleyê yê nêzikî Tirkiye û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê plankiriye ku taksiyeke xwecihî bigire.

Dibe ku wî plan kiribe biçe bajarokê Fîşxabûrê ku nêzkikî 20 kîlometreyî li jêrê Zaxoyê ye cihê ku çemên Dîcle û Xabûrê digihîjin hev.

Murat Yazir êvara yekşemê bersiv neda telefon û peyamên WhatsAppê ku jê re hatin şandin.

Têlefona wî heya roja Duşemê, 19ê Tîrmehê, wergirtina peyamên WhatsAppê berdewam kir.

Hate zanîn ji wê demê û şûnve telefona wî hatiye girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst