Erzingan: Parka Xwezayî ya Dumanliyê di germa havînê de bûye navenda geştyaran

21-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erzingan Geştiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal germa havînê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gorî salên borî zêdetir e. Li parêzgeha Erzinganê, Parka Xwezayî a Dumanli ya ku daristan, çem û gol jî tê de hene, havînê bala geştyarên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dikişîne.

Parka Xwezayî ya Dumanli ye li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, ku van rojan bûye navenda welatiyên ji ber germê direvin.

Parka Xwezayî ya Dumanli ku di nav de daristan, çem û gol hene demsala havînê bala geştyarên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dikişîne.

Geştyarekî bi navê Mesut Can li ser parkê anî ziman, “Bi rastî ji tiştê ku min hêvî dikir zêdetir xweşikahiyeke xwezayî ye. Ez li gelek bajaran geriyam, parkên bi vî awayî mezin, fireh û zarok lê bextewer bibin kêm in. Xwezaya wê gelekî xweş e. Dar, daristan, şînkayî û av di nav hev de ne.”

Li parkê derfetên meşa xwezayê, werziş, avjenî û seyranê hene. Welatî bi malbatî diçin parka hênik û bi rojan li wê derê dimînin.

Geştyarekî Sêwasî Emîne Koçak got, “Em cara yekem ji Sêwazê hatin. Cihê kêfxweşî û bexteweriyê ye. Di havînê de ji bo dûrketina ji germê cihekî baş e. Cihekî wiha ye ku ciwan jî û mezin jî dikarin bên.”

Parka Xwezayî ya Dumanli ku 70 kîlometre dûrî navenda Erzînganê ye, sala 2017an li ser 8 hezar û 964 hektar erd hatiye avakirin û zêdeyî 100 corên nebatan lê hene. Di nav de ji bo mana geştyaran xaniyên ji textan hatine çêkirin û kesên bixwazin dikarin kon jî vedin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst