Li çiyayên Cûdî û Gabarê qedexe hat ragihandin!

21-06-2024
Nîşan Şirnex Qedexe Cûdî Gabar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek herêmên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê “7 roj qedexe” hat ragihandin.

Qedexe çiyayên Cûdî, Gabar û Zêrînê yên Şirnexê dide ber xwe.

Ev herêm wekî “herêma ewlehiyê taybet a demkî” hatin destnîşankirin û çûn û hatina wan herêman hat qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê îdia kir ku ev qedexe ji ber sedemên ewlehiyê hatiye îlankirin.

Hat gotin ku qedexe dê 24ê Hezîranê dest pê bike û heta 30ê Hezîranê biajo.

Parêzgariyê herwiha di daxuyaniyê de diyar kir ku çûn û hatina wan herêman ji bo ewlehiya can û milkê xelkê metirsî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst