Li Zapê leşkerek hat kuştin

21-06-2024
Nîşan Zap Leşker Kuştin PKK Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Zapê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, îro li herêma Zapê ya li Başûrê Kurdistanê di navbera leşkerê wan û gerîlayan de şerek qewimiye.

Hat gotin ku di vî şerî leşkerê bi navê Mehmet Alî Horoz hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Alî Horoz çawişê pispor bûye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerê xwe ti agahiyên din nedane.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst