Hewlêr (Rûdaw) – Jina Kurd a Êzidî Leyla Telo vegeriya ye bîreweriyên sala 2014ê, wî cihê ku 6 sal berî niha bi dehan bîranînên tal lê tomar kirine.
Dema DAIŞê bi ser Şingal û derdora wê de girt, Leyla û mirovên wê ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û bo Qesir Mîhrab a rojavayê Tel Eferê hatin veguhestin.
Rizgarbûya ji Destê DAIŞê Leyla Telo dibêje: “Xwezî vedigeriyam rabirdû heta eger di destê DAIŞê de jî bûma, qet nebe ligel malbata xwe dibûm, bira û kes û karên min zindî dibûn. Ne girîng e çiqasî di destê wan de dimam, 5 sal an zêdetir, qet nebe ligel hev dibûn. Ew nexweşî li aliyekî ku me dîtiye, her çi biqewimiya tenê min kes û karên xwe ji dest nedabaya.”
Zêdeyî 4 caran kirîn û firotin pê hatiye kirin, her carekê bi 6 hezar dolar hatiye firotin, du pizîşk û du sermayedarên Siûdî di nav DAIŞê de kirîn û firotin bi vê keçê kirine, du caran du canî bûye û zaroka wê jiber hatiye birin, di demekê de DAIŞê propagandeya wê yekê dikir ku jiber birin qedexe ye.

Derbarê mijarê de Berpirsê li Lijneya Dadperwerî û Lêpirsînê ya Navdewletî Bill Wiley jî wiha axivî: “Nimûneya DAIŞê ne wek tiştekî din e, ji ber li ser bîr û baweriyeke şaş hatiye damezrandin ku şaş e û ber bi cîbicîhkirina koletî û destdirêjiya seksî bo ser jinan çû. Ev cudahiyeke bingehîn e û kirine sîstem.”
Leyla di bin destê DAIŞê de ma heta rojên berî xelafetê û ew û zarokên xwe bi hevkariya qeçaxçiyekî bi 19 hezar û 500 dolar reviya.

Leyla Telo dibêje: “Dema li vê derê bûm qet nedifikirîm rojekê azad bibim. Niha li vê derê me û azad im. Lê qet wê êşê ji bîr nakim ku hat sere me.”
Ji wan 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ku DAIŞê di 2014an de revandin, nêzîkî 3 hezar 500 kes ji bin destê wan hatine derxistin, hê jî zêdeyî 2 hezar û 900 Kurdên Êzdî wenda ne ku di nav de 1334 kes jin û keç in.



