Namzedên DEM Partiyê yên Amedê: Em dê 31ê Adarê bersiva qeyûman bidin

21-03-2024
RÛDAW
Namzedên DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak
Namzedên DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak
Nîşan Newroz Amed Hilbijartinên Şaredariyan Dogan Hatun Serra Bucak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedên DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak ragihand ku ew dê 31ê Adarê bersiva qeyûman bidin û wan bişînin Enqereyê.

Li bajarê Amedê îro ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" wekî fînala Newroza Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû.

Di ahenga Newrozê de Namzedên DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak jî bi hev re derketin ser dikê û ji girseyê re axivîn.

Despêkê Serra Bucakê, Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got:

“Merheba Dayikên Aştiyê hûn bi xêr hatin. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Newroza te jî pîroz be, Kemal Kurkut.”

“Bila Newroz bibe wesîleya yekitiya Kurdan”

Serra Bucakê bi bîr xist ku ev 8 sal in ku bajarê Amedê ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û got:

“Em dê 31ê Adarê qeyûman bişînin Enqereyê. Bila ev Newroz bibe wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurdan û aştiyeke mayînde.”

 Piştre jî Dogan Hatun jî bi kurtî axivî û got:

“Merheba gelî Amediyan. Silavê bidin Serhed, Botan, Garzan û Stenbolê.

Îro gelê Kurd li her bajarî rabûne ser piyan û ji bo cîhanê aştiyeke mayînde çêbibe bang dikin.

Bila hemû cîhan bibîhise em azadiyê dixwazin. Bila baş bizanin kes nikare dengê gelê Kurd qut bike.” 

“8 sal in dest danîne ser îradeya me”

Derbarê qeyûma de jî Hatun got:

“Ev 8 sal in ku qeyûman bi awayî dagirkerî dest danîne ser îrade û şaredariyên me.

Em dê 31ê Adarê ewilî xwedî li sindoqan derkevin.

Em dê bersiveke wiha bidin dagirkeran ku êdî careke din qeyûm di mejiyê wan de jî derbas nebe.

Em ji gelê xwe û ji xwe bawer in em dê dîsa bajarên xwe şîn bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst