PWK: Bi milyonan Kurd ji ber siyaseta Tirkiyeyê Kurdî nizanin

21-02-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî peyamek belav kir û got, “Ji ber siyaseta Tirkiyeyê ya bi dehan salane meşandiye, bi milyonan Kurd li nizanin bi zimanê dayikê biaxivin.”

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîna 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ango “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî”qebûl kir.

PWKyê jî boneya vê rojê daxuyaniyek da û li Amed, Qoser û Êlihê jî rêvebir û endamên wê li kolan û qadan borşurên bi Kurdî (Kurmancî, Kirdmanckî-Zazakî) û Tirkî  belav kirin.

PWKyê tekez kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê meşrû ye û xwest ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

“Herî zêde neheqî û zordarî li Kurdî bûye”

Di daxuyaniya xwe de PWKyê bal kişand zordariya li hemberî Kurdî û got:

“Li cîhanê zimenê ku herî zêde tûşî zilm, zordarî û neheqîyê bûye û îro jî bi awayî herî dijwar di aşê asîmîlasyonê de tê hêrandin, bê gûman zimanê Kurdî ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her çiqas li gel hemû astengiyan dersa bijarte ya Kurdî hebe jî derbarê perwerdeyê û di weşangeriya televîzyonê de hinek gavên erênî hatibin avêtin jî mixabin hîn jî wek fermî di Qanûna Bingehîn û yasayên pêwendîdar de û li Parlamentoya Tirkiyeyê zimanê Kurdî tune tê hesaibandin.

Hîn jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîn jî pêwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûlkirin.”

Bi milyonan Kurd ji ber siyaseta Tirkiyeyê nizanin bi zimanê dayikê biaxivin

Bi siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, bi milyonan kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin.

Ev trajedî û travmayeke mezin û kûr e û yên bûne sebebê vê yekê, faîlê tawana mirovahiyê ne.

Divê li hemberî vê siyaseta asîmlasyon û jenosîda li ser zimanê Kurdî, hemû kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û di derbarê axaftin, fêrbûna Kurdî de li ber xwe bidin û bernameyên taybet pêk bînin.”

“Axaftina bi zarokan re neteweyî ye”

PWK bangî malbatên Kurd jî kir û got:

“Divê berî her tiştî, malbtên Kurdan di malê de bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdrdî bipeyvin û vê yekê wek wezîfeyeke neteweyî bibînin.

Divê  malbatên kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Kirdmanckî-Zazakî)  hilbijêrin.

Divê em axaftin, fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.”

“Kurdî bikin zimanê esasî”

PWKyê herwiha ji hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl û dezgehên medyayî û ji hemû siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên Kurdan xwest ku Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yên çalakiyên xwe.

“Bila dibistanên Kurdî bêne vekirin”

PWKyê herî dawî got:

“Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz dibistan û kursên taybetî yên perwerdeya bi zimanê kurdî dikin vekin.

Roja Zimanê Dayikê bila bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di hemû pêvajoya perwerdeyê, bibe zimanê perwedeyê!

Roj 21ê Sibatê û her rojek nû, bila bibe handana her Kurdek bi zimanê dayika xwe biaxive.

21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.

Zimanê me hebûna me ye!

Divê em bi kurdî bipevivin, binivîsin û bi Kurdî bijîn!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst