Baroya Amedê li dijî biryara lêgerina petrolê gilî tomar dike

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bîrên Petrolê Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Jîngehê ya Baroya Amedê li dijî biryara Wezareta Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê ya lêgerîna petrolê gilî tomar dike.

Wezareta Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, li navçeyên Sûr, Farqîn, Bismîl, Pîran, Erxenî û Çinarê yên Ameda Bakurê Kurdistanê, bi hinceta lêgerîna petrolê erdên çandiniyê yên avî yên xelkê bi zorê zeft kirine.

Herwiha wezaretê ji bo lêgerîna petrolê jî pêwîstî bi rapora jîngehê nedît û bêyî ku rapor bê amadekirin dê dest bi kolandina bîran bike.

Di çarçoveya biryarê de dê li van ciha bîrên petrolê bên kolandin:

  • Gundê Qerenazê yê Sûrê bi navê "Sebyan-4".
  • Gundê Hacîcan ê Farqînê bi navê "Duru-7"
  • Gundê Helînê yê Farqînê bi navê "Duru-6"
  • Gundê Qasimiya Jêrin bi navê "Kutlualan-6"
  • Gundê Mirkulyan ê Bismîlê bi navê "Ham Petrol"
  • Gundê Şukurlî yê Çinarê bi navê "Şukurlu-2" û "Şukurlu-3"
  • Gundê Xençerlî yê Erxeniyê bi navê "Hançerli-9"
  • Gundê Qelbînê yê Pîranê bi navê "EGİL-1"

Li gorî Ajansa MAyê, welatiyên ku erdên wan bi zorê hatine giştîkirin serî li Baroya Amedê da û piştîvaniya hiqûqî xwest.

Erdê ku li navçeya Çinarê hatiye giştîkirin 15 donim erdê avî ye û erdê li navçeya Pîranê hatiye giştîkirin li tenişt depoya avê ye û metirsî heye ku madeyên kimyayî tevlî ava herêmê bibin.

Herwiha bîra “EGIL 1” jî 2 metre nêzîkî Çemê Dîcleyê tê kolandin.

Komîsyona Jîngehê ya Baroya Amedê, dê piştî temamkirina lêkolînan ji bo rawestendina pêvajoyê gilî tomar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst