Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê saet 07:00an dest pê kir saet 18:00an xelas bû.
Xelkê Herêma Kurdistanê îro saet 07:00an çû ser sindoqan û dengê xwe da partî, lîste û nazmedên serbixwe.
Li 4 herêmên hilbijartinên mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar kesan heye.
Sîstema elektronîk
Di van hilbijartinên de dê cara ewil xelkê bi rêya sîstema elektronîk dengê xwe da û deng jî bi rêya sîstema elektorînîk tên hejmartin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê çavdêriya hilbijartinan dike û sîstema VVDyê hat bikaranîn da ku dengderên neqeydkirî nekarin deng bidin.
Her wiha ji bo deng zû û rast bên hejmartin jî cîhazên bi navê PECOSê hatin bikaranîn.
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Hekîm Umer Ehmed ragihand ku hilbijartinên vê carê dê gelekî zelal û pêbawer bin.
Dadgeha Federal a Îraqê 30ê Gulana 2023yan bi hinceta ku "nedestûrî"ye dirêjkirina erka Parlamentoya Kurdistanê red kir û biryar da ku her biryara ji aliyê parlamentoyê were dayîn neqanûnî ye.
Parlamentoya Kurdistanê ji ber vê yekê ji wê demê ve neçar maye ku karê xwe rawestîne.
Ji ber vê sedemê ji sala 1992yan û vir ve cara ewil e hilbijartin bê parlamentoyeke aktîv hat kirin.
Hilbijartin bi çavdêriya Bexdayê hat kirin
Bi biryara Dadgeha Federal a Îraqê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referamdûmê ya Kurdistanê jî hat betalkirin.
Ji ber wê jî hilbijartinên dewra şeşan di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê de hatin kirin.
Hejmara kursiyan kêm bû
Dadgeha Federala ya Îraqê 22yê Sibata 2024an biryar da ku 11 kursiyên pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî yên li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin.
Lê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 20ê Gulana 2024an rêziknameyeke nû derxist.
Li gorî biryarê, li parlamentoyê dê 100 kursî hebin û 5 kursî jî ji pêkhateyan re werin veqetandin.
Ji bo hilbijartinên heyama şeşemîn, hezar û 191 namzed (823 mêr û 368 jin) dê ji bo 100 kursiyan hevrikiyê bikin.
Ji van namzedan 38 kes ji bo kursiyên kotayê dikevin hevrikiyê.
Li Parlamentoya Kurdistanê dê çend jin hebin?
Li gorî pergala nû ya hilbijartinan, li Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 30 kotaya jinan heye.
5 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyan hatine veqetandin.
Li gorî pergala nû ji 95 kursiyan 30 ji jinan re hatine veqetandin.
Li gorî vê yekê li Silêmaniyê ji 36 kursiyan 11, li Hewlêrê ji 32 kursiyan 10, li Dihokê ji 24 kursiyan 8 û li Helebceyê jî ji 3 kursiyan yek dê kotaya jinan be.
Berfirehkirina herêmên hilbijartinan
Berê tevahiya Herêma Kurdistanê wekî yek herêma hilbijartinan bû lê vê carê wekî çar herêmên cuda yên hilbijartinan hatiye belavkirin.
Dengderan di hilbijartinên berê de bixwesta wan dikarîbû li seranserê Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin her partî û her namzedî.
Lê di van hilbijartinan de her dengder dê bikaribe tenê dengê xwe bide partî û namzedê herêma xwe.
Li gorî vê yekê, Hewlêr bi 34 kursiyan, Silêmanî bi 38 kursiyan, Duhok bi 25 kursiyan û Helebce jî bi 3 kursiyan tên temsîlkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse