Li ser Kiliçdaroglu lêpirsîn hat destpêkirin: 'Heqaret li Erdogan kiriye'

20-10-2024
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Recep Tayyîp Erdogan Heqaret Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi tohmeta ku heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê kiriye li Kemal Kiliçdaroglu doz vekir.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rojeva “Çeteya Yenîdoganê” de peyamek belav kir.

Peyama Kiliçdaroglu bi “Lanet li te û sîstema ku te ava kiriye be” dest pê dike.

Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta ku “bi eşkere heqaret li Serokkomar” kiriye lêpirsîn da destpêkirin.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di peyama xwe de parvekirineke Erdogan jî belav kiribû û gotibû:

"Lanet li te û sîstema ku te avakiriye be. Bi destê çeteya pêncan li pereyên milet, bi destê baronên madeyên hişbir li ciwan û siberoja me, kujerên ku te bi destê darazê berdan ji bo can û namûsa jin û zarokên me bûne bela."

Beriya niha jî çend caran bi hinceta "heqareta li Erdogan" li dijî Kiliçdaroglu doz hatibûn vekirin û daxwaza cezayê pereyan hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst