Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê, di encama teqîneke xwekujî de 8 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYD jiyana xwe ji dest dan.
Li gora zanyariyên Rûdawê, teqîn duh (19.10.2013) êvarî di rêya 2 kesên xwekuj re ku cilên YPG lixwe kiribûn, di nava akadîmyayeke leşkerî ya YPG ku 4 km li Tirbespiyê dûr e, qeimî.
Hat gotin di teqînê de 8 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane ku 4 jê ji bajarê Qamişlo û 2 jî ji bajarê Dêrikê bûn.
Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo diyar kir ku birîndarên teqînê li nexweşxaneyên Qamişlo û Girkê Legê tên dermankirin, lê nayê zanîn ka hejmara birîndaran çend kes e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse