Banka Navendî ya Tirkiyê dê îro rêjeya faîzê ragihîne

20-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyê Faîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê, îro 20ê Temûzê bi serokatiya Hafize Gaye Erkan dicive û demjimêr 14:00 rêjeya nû ya faîzê radigihîne.

Di demekê de ku bihayê lîreyê Tirkî li hember diravên biyanî dadikeve çavê bazarên navxeyî li biryara Banka Navendî ya Tirkiyê ye.

Banka Navendî ya Tirkiyê di civîna meha par de rêjeya faîzê %8,5 bo %15 bilind kiribû, lê tevî bilindkirina rêjeya faîzê bihayê lîreyê Tirkî zêdetir daketibû.

Pispor dibêjin, tê çaverêkirin Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê ji %15 bo %20 bilind bike, herwiha bo dawiya salê jî pêşbîniya pisporan bo rêjeya faîzê di navbera %25 û %50yî de ye.

Ekonomîstên biyanî yên BofAyê jî dibêjin, dê rêjeya faîzê di navbera %3 û %5 de bê bilindkirin û bo dawiya salê jî pêşbîniya wan %35 e.

Serokê Beşa Lêkolînan a Enstîtuya Fînansê ya Navdewletî Ugraş Ulku li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Banka Navendî dê roja Pêncşemê rêjeya faîzê 250 puanan bilind bike û bike %17,5 û bi vî awayî dê di bin rêjeya %19an a pêşbîniya enflasyona 24 mehan de bimîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst