Li Wanê 1456 koçber hatine girtin

20-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê  hezar û 456 koçberên neyasayî û 6 qaçaxçiyên ku bazirganiyê bi mirovan dikin, hatin girtin.

Ev demeke ku dîmenên liv û tevgera azad a koçberên neyasayî di nava sînorên parêzgeha Wanê de, belav dibin.

Piştî wê yekê, Walîtiya Wanê ragihand ku ew dîmen ên roja 10ê Tîrmehê ne û tîmên ewlekariyê berdewam çavdêriya wan navçeyan dikin.

Walîtiya Wanê ragihand ku heta niha hezar û 456 koçberên neyasayî û 11 qaçaxçiyên ku bazirganiyê bi mirovan dikin, hatine girtin, dadgehê biryara girtina 6 ji wan qaçaxçiyan daye.

Walîtiyê, hêzên zêdetir ên polîs û cendirmeyan şandine deverê ji bo ku çavdêriya sînoran û liv û tevgerê bikin. 

Li gorî Waliyê Wanê, 11 cihên ku koçberên ne yasayî weke cihê xweveşartinê bikar anîne hatine rûxandin. 

Herwiha daye xuyakirin ku ji bilî avakirina xalên leşkerî yên çavdêriyê, li ser sînorê li gel Îranê wan dest bi avakirina dîwarekî jî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst