CURNÊ REŞ – Eşîra Îzoliyan piştgirî da DEM Partiyê

20-05-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Curnê Reş DEM Partî Piştgirî Eşîra Îzoliyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Eşîra Îzoliyan ragihand ku ew dê di hilbijartinên 2yê Hezîranê de li navçeya Curnê Reş a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê piştgiriyê bidin DEM Partiyê.

Li Curnê Reş di hilbijartinên 31ê Adarê de DEM Partiyê ji sedî 33,20ê dengan û AK Partiyê jî ji sedî 30,72yê dengan standibûn.

Piştî ku hejmartin bi dawî bû û girtename hatin nivîsandin hinek endam û alîgirên AK Partiyê bi ser Navenda Ciwanan a Curnê Reş de girt û 2 sindoqên li wê derê tevî dengan şewitandin.

Komîsyona Hilbijartinê li ser daxwaza AK Partiyê hilbijartinên Curnê Reş betal kirin û biryar da ku 2yê Hezîrana 2024an bên dubarekirin.

Di encama lêpirsîna dadî de 7 endam û alîgirên AK Partiyê yên ku roja hilbijartinê sindoq şewitandibûn bi biryara dadgehê hatin girtin.

DEM Partî xebatên hilbijartinên 2yê Hezîranê bi beşdariya gelek parlamenter û berpirsên partiyê bi rê ve dibe.

Roja 19ê Gulanê yek ji rûspiyên eşîra Îzoliyan Mehmet Îzol li navçeya Curnê Reş li gel gelek xizm û mirovên çû ofîsa DEM Partiyê.

“Îradeya gelê Curnê Reş hat binpêkirin”

Îzol namzedên DEM Partiyê yên ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser ketibûn pîroz kirin û got:

“Di 31ê Adarê de şewitandina sindoqan provakasyon bû û ev nayê qebûlkirin.

Îradeya gelê Curnê Reş hat binpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst