Rûdaw cejna we ya Newrozê pîroz dike

20-03-2024
Nîşan Newroz Tora Medyayî ya Rûdawê Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi helkefta hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî ya 2724an, em pîrozbahiyê li hemû temaşevanên xwe li Kurdistan û cîhanê dikin.

Em hêvî dikin ku Newroza îsal ji bo hemû gelê Kurdistanê bibe Newroza aştî û bextewariyê.

Tora Medyayî ya Rûdawê bi helkefta cejna Newrozê galayeke Newrozê bi beşdariya hinek hunermendên mezin û navdar ên Kurdistanê pêşkêşî temaşevanên xwe dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê tevî dijwarî û astengiyên zêde di pêşketineke berdewam de ye.

Rûdaw bêhtir tev li xelkê dibe û ji sala borî ve bi zêdekirina beşdariya civakê di karên xwe de, şêwazeke nû anî nav karkirina xwe.

Rûdawê par pêgeha xwe yên li cîhanê berfirehtir kir.

Raporên ajansên mezin ên cîhanê li ser bandora Rûdawê û her wisa xelatên ku sala borî bi dest xistin, nîşaneke din a wê bandorê ne.

Rûdaw ji bo sala bê li ser planeke dorfirehtir kar dike da ku berdewam hêjayî wê hezkirina berfireh be ku di nav civakê de bi dest xistiye.

Her wiha dê bi Neteweyên Yekbûyî re di amadekirin û perwerdeya medyayê de piştgiriya jin û ciwanan bidomîne.

Tora Medyayî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst