Serok Mesûd Barzanî: PDKyê hilbijartin boykot nekiriye

20-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Alina Romanowski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Îraqê kir û got, “PDKyê hilbijartin boykot nekiriye û destên derve ketina nava hilbijartinan.”

Li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê kir.

Di civînê de ji bilî pîrozbahiya Newrozê çend mijarên derbarê hilbijartinan û biryara Polîtbûriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya derbarê boykotkirina hilbijartinan hatin gotûbêjkrin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî di civînê de Alina Romanowski û Serok Barzanî rewşa siyasî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin Alina Romonowskiyê dilgiraniya xwe û welatê xwe derbarê pêşhatên dawî yên siyasî derbiriye û daxwaz ji PDKyê kiriye rola xwe bi cî bîne û ligel aliyên din ê bi hevre rola û pirsgirêk û têbiniyên derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê çareser bike.

“PDKyê hilbijartin boykot nekiriye”

Herwiha Serok Barzanî jî got "PDKyê hilbijartin boykot nekiriye, lêbelê ligel hilbijartinên pak, şefaf, ewledar û dûrî destwerdanên derve û bernameyên derekî ye ku tê de dengdêr ji mafê dengdanê bêpar nemînin û prosesa demokrasiyê neyê bêqîmetkirin û yasayên Herêma Kurdistanê neyên binpêkirin. "

 Herwiha Serok Mesûd Barzanî derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de wiha got:

"Rêkeftineke zelal û piralî di çarçoveya hemahengiyê bi nave Îitîlafê dewlet heye, mixabin hiç xalên wê rêkeftinnameyê nehatine cîbicîkirin.

Rêkeftin di çarçoveya wê yekê de bû ku îstîqrar pêk were û xelk bigihê kêfxweşiyê û bingeha şirîkarî û xweşbînî û  pêk were, lêbelê hîç yek ji van nehat kirin."

Serok Barzanî tekez jî kiriye, guftugo û hemahengiyên wan wê berdewam bikin ji bo çareserkirina kêşeyan û nehiştina dilgiraniyan.

 Herwiha Serok Barzanî amaje bi sedema daxuyaniya Polîtbûroya PDKyê jî kiriye û got, "Her ji destpêka salên 1990î PDK ligel pêkanîna hilbijartinê bû.

PDKyê bi xwe di sala 1991ê de daxwaz kiriye pêwîste meşrûîyeta şoreşgerî cihê xwe bide meşrurîyeta destûrî û hilbijartinan."

Serok Barzanî derbarê hilbijartinan jî de got, "PDK hertim ligel pêkanîna hilbijartinan bûye û tirsa wê ji hilbijartinan nin.

Lê têbîniya wê li ser şêwaza hilbijartinan û netirsiya têkdana bingeha pêkvejiyanê û nehiştina beşdariya pêkhateyan di jiyana siyasî de heye."

“Bi hincetên cûr bi cûr 2 salan hilbijartin hatin paşxistin”

Serok Barzanî wiha berdewam kir, "Bi hincetên cûr bi cûr 2 salan hilbijartin hatin paşxistin.

Destên biyanî xistine nava wê babetê, nirx û pêgeha Herêma Kurdistanê kêm kirin.

Bi awayekî ne destûrî û neyasayî biryar û yasayên Herêma Kurdistanê guhertin û zulmeke mezin li  pêkhateyan û xelkê Herêma Kurdistanê hat kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst