Duhok (Rûdaw) – Zarokekî kurdê êzidî yê 5 salî, ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin û niha li Mala Bekesan a Mûsilê dimîne. Bavê wî 25 roj e diçe Mûsilê da ku zarokê xwe bîne lê her carê bi hincetekê berpirs zarokî nadin bavê wî.
Dilovan Dexîl Ebo zarokekî 5 salî yê kurdê êzidî ye. Ew di dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê de, li gel dayik, 2 xwîşk û birayê xwe ketine destê DAIŞê.
Piştî kontrolkirina Mûsilê Dilovan li Mala Bêkesan hate dîtin. Bavê wî Dexîl Ebo nasnameya wî û wêneyên xwîş û dayika wî biriye Mûsilê. Bi belge selmandiye, ku Dilovan kurê wî ye. Lê bi hinceta, ku divê dadgeh derbarê dosyeyê de biryarê bide, Dilovan nadin bavê wî.
Dexîl Ebo di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev 25 roj in ez diçim Mûsilê û têm. 3 keçik li cem wî bûn ew dane malbatên wan lê her carê ji min re hincetekî derdixin. Min hemû belgeyên wî jî birine cem wan.”
Xwîşka Dilovan, Sihêla Dexîl Ebo ev 3 meh in li Reqayê ji destê DAIŞê rizgar bûye. Dayik û 2 endamên din ên malbata wê hê jî wenda ne.
Endamên Encûmena Parêzgeha Mûsilê jî hewl didin kesên bêserûşûn peyda bikin û wan vegerînin nav malbatên wan. Lê mijara vegerandina zarokan, mijareke yasayî ye û divê dadgeh biryarê li ser bide.
Endamê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Dawûd Cundî jî dibêje: “Malên bêkes û bêserûşûnan girêdayê dezgehên yasa û dadê ne. Weke encûmena parêzgehê desthilata me nîne em li ser wan biryarê bidin.”
Roja 3ê Tebaxa 2014ê, DAIŞê êrîşê Şingal û derdora wî kir. Li gorî amarên fermî, DAIŞiyan 6 hezar û 400 kurdên êzidî revandin.
Heta niha hezar û 728 zarok hatine vegerandin. Hê jî 3 hezar û 226 kes, di navbera Mûsil û bajarên din ên Sûriyê de wenda ne, ku piraniya wan jî jin û zarok in.



