Moskow (Rûdaw) - Alozbûna nakokiyên siyasî yên navxweyî li Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa nû ya piştî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê, li Moskowê li ser maseyeke girover hatin nirxandin.
Pispor û Kurdnasên Rûs di civînê de tekez kir ku divê PDK û YNK bi lez li hev bikin û li ser metirsiya dubare parçebûna îdarî ya Herêma Kurdistanê hişyarî da.
Maseya girover ji aliyê Yekîtiya Kurdnasên li Rûsyayê û bi hevkariya Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ve hat lidarxistin.
"Divê formuleke nû ya siyasî bê dîtin"
Siyasetmedar û Kurdnas Vadîm Makarenko di civînê de bal kişand ser destwerdanên Bexdayê û got:
"Bexda heta astekê piştgiriya YNKyê dike. Jixwe Serokkomar bi dengên partiyên Şîe tê hilbijartin û bêguman pirsgirêk li vir e, lewra Bexda dikare destwerdanê bike.
Her carê ku li Kurdistanê krîzeke navxweyî derkeve, dê aliyê sêyem peyda bibe da ku sûdê ji vê rewşê wergire."
Makarenko li ser çareseriya rewşa heyî jî got:
"Ji bo çareseriya siyasî divê li Kurdistanê formûleke nû bê dîtin.
Dibe ku ev formuleke aloz be; wekî mînak Encumena Dewletê an mekanîzmayeke din were avakirin.
Pêwîst e li formûleke nû bigerin, ne ku tenê li ser pergala heyî ya biserneketî israr bikin."
"Parçebûn dê bibe derbeyeke mezin"
Pisporên ku ji mêj ve çavdêriya siyaseta Kurdistanê dikin, parçebûna siyasî û îdarî ya muhtemel wekî bipêşketineke pir metirsîdar dibînin.
Dîrokzan û Kurdnas Stanîslav Îvanov destnîşan kir ku divê alî rê li ber parçebûnê bigirin û anî zimên:
"Eger Talebanî parçebûna Herêmê ya ji bo du beşan û du hikûmetan bixe rojevê, ev dê bibe derbeyeke giran û ziyaneke mezin bigihîne tevahiya Kurdistanê, ne tenê Herêma Kurdistanê.
Ji bo ku ev rû nede, pêwîst e hem Talebanî hem jî Barzanî, ango YNK û PDK di demeke herî zû de li hev bikin û hevahengiyekê pêk bînin."
"Aramiya Herêma Kurdistanê garantiya aramiya Îraqê ye"
Kurdnasên Rûs diyar dikin ku rola Kurdan di bipêşxistina dewleta Îraqê de yekcar girîng e û aramiya Herêma Kurdistanê garantiya aramiya tevahiya Îraq û navçeyê ye.
Kurdnas Îlya Vedneyev jî li ser rewşê nirxandinek kir û got:
"Rewş bi rastî jî ne asayî ye. Min di gotara xwe de jî qal kir ku ev pirsgirêk ev demeke dirêj e mezin dibe.
Bêguman ya herî baş ew e ku her du alî li hev bikin da ku hikûmeteke hevbeş bimîne.
Bi dîtina min parçebûn bijardeya herî dawî ye ku dikare rû bide lê ez bawer dikim ku her du alî dê li hev bikin."
Beşdarên maseya girover her wiha amaje bi wê yekê kir ku çareserkirina nakokiyên siyasî û hiqûqî yên li Herêma Kurdistanê, dê derfet û perspektîvên nû li pêşiya şirketên enerjiyê yên Rûsyayê yên li herêmê jî vebike.



.jpg&w=3840&q=75)
