New York (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Heq li ser krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê got, “Divê di demeke herî kurt de hikûmeteke berfireh bê avakirin."
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsa Rûdawê bersivand.
Farhan Heq got, "Sekreterê Giştî ji nêzîk ve çavdêriya wan bipêşketinên girêdayî civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike."
"Sekreterê Giştî ji nêzîk ve dişopîne"
Farhan Heq her wiha amaje bi wê yekê kir ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên Çiriya Pêşîn a 2024an, Sekreterê Giştî bangî hemû serkirdeyên siyasî û pêkhateyên civakê kiribû ku rewşeke aştiyane biparêzin.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî tekez kir ku Guterres daxwaz dike ku her nakokî bi rêya kanalên yasayî yên damezirandî were çareserkirin.
Guterres her wiha xwestiye ku qonaxa piştî hilbijartinan jî bi rêya avakirina hikûmeteke berfireh di demeke herî zû de bi dawî bibe.
Parlamento piştî du salan hat çalakkirin
4ê Çiriya Paşîn a 2026an, piştî rawestana du salan, Parlamentoya Kurdistanê hat çalakirin.
Rûniştin bi beşdariya 52 parlamenterên ji fraksiyonên PDK, kota, Sosyalîst, hinek ji parlamenterên mixalefetê û parlamenterên serbixwe hat lidarxistin.
Li hemberî vê yekê, Serokê YNKyê Bafil Talebanî civîn wekî ne yasayî bi nav kir û biryar da ku ji hikûmetê vekişin.
Banga çareserkirina nakokiyan bi rêya yasayî
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq di daxuyaniya xwe ya ji Rûdawê re wiha axivî:
"Sekreterê Giştî ji nêzîk ve çavdêriya bipêşketinê girêdayî civîna Parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê dike.
Sekreterê Giştî bi bîr dixe ku piştî hilbijartinên parlamentoyê yên meha Çiriya Pêşîn a 2024an ên li Herêmê, wî bangî hemû serkirdeyên siyasî û pêkhateyên civakî kiribû ku atmosfereke aştiyane biparêzin.
Divê her nakokî bi rêya kanalên yasayî yên naskirî were çareserkirin û qonaxa piştî hilbijartinê jî bi avakirina hikûmeteke berfireh di demeke herî zû ya guncav de temam bibe."

.jpg&w=3840&q=75)
