DEM Partiyê li ser 'çareseriyê' daxuyaniyeke nû belav kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Ayşegul Dogan Devlet Bahçelî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser “pêvajoya çareseriyê” axivî û diyar kir ku divê alî ji tecrûbeyên berê dersan bistînin û tiştên nû bibêjin.

Îdiayên “pêvajoya çareseriyê” rojeva siyaseta Tirkiyeyê diyar dikin.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan li ser civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe axivî.

Ayşegul Doganê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsa Kurd û aştiyeke mayînde bi salan e têdikoşin.

“Divê mirov ji tecrûbeyên berê dersan bigirin”

Her wiha Ayşegul Doganê bal kişand ser silava Devlet Bahçelî û wiha got:

“1ê Çiriya Pêşîn çi bû? Hin nîqaşan piştî silavdayîna li meclîsê dest pê kir. Heger mirov rast bi nav bike divê bibêje nîqaş.

Em vê careke din bibêjin, pirsa Kurd pirsa herî mezin û bingehîn a Tirkiyeyê ye.

Ne tenê ya Tirkiyeyê pirseke herêmî û navnetewî ye. Ji ber vê yekê çareseriya pirseke bingehîn û dîrokî bi nêzîkatiyeke dîrokî û kûr pêkan e.

Niyeta baş û resen ji bo çareseriyê gelekî girîng in lê ne bes in. Nêzîkatiyeke ji dil, kûr û dirokî hewce ye.

Divê mirov li ser çareseriya demokratîk ji tecrûbeyên berê dersan bigirin û hin tiştên nû bibêjin.

Heger çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk neyê, ne aboriya Tirkiyeyê baş dibe ne jî demokrasî tê welat.

Ne jî di warê demokratîkbûyînê de pêşketinek dikare pêk were.”

“Em ji bo diyalogê hazir in”

Doganê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew ji çareseriyê amade ne û wiha got:

“Em partiyek in ku her tim ji kanalên muzakere û diyalogê re vekirî ne. Em ji bo vê hene. Me her tim got û em dê bêjin.

Di nav Tifaqa Cumhurê de dengên cuda derdikevin. Hin kes qala çareseriyê dikin hin kes jî tiliya xwe ji me re dihejînin.

Em hesabê vê jî li cem xwe dikin. Ka em nizanin ku desthilat çima wisa dike. Her tişt li ber çavê raya giştî rû dide.

Em wekî DEM Partiyê berpirsiyar in ku vê ji we re eşkere bikin.

Em jî dişopînin û di nava xwe de dinirxînin û hevserokên me yên giştî mijarê û geşedanan dişopînin nêrîn û ramanên xwe bi we re parve dikin.

Heger em dîsa destnîşan bikin, em vê rewşê wekî pêvajoya çareseriyê pênase nakin, em dibêjin hin nîqaş tên kirin.

Ji ber ku çareseriya pirsa Kurd pirsgirêkeke piralî ye, çareser tenê bi DEM Partiyê re ne mumkun e lê her çend em ne tenê aliyê çareseriya pirsa Kurd bin jî di vê mijarê de yê herî aktîf em in.”

“Rêya Îmraliyê vekin”

Ayşegul Doganê di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa Abdullah Ocalan jî kir û wiha domand:

Bi mehan, bi salan e em li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyan didin. Em çalakî û daxuyaniyan organîze dikin.

Li ser birêz Ocalan û hevalên wî bi tecrîd heye û agahî ji wan nayê standin. Nikarin dengê xwe bigihînin cîhana derve. Nikarin ji ti mafan sûd wergirin.

Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike, destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Serokê MHPyê birêz Bahçelî derdikeve û bangî birêz Ocalan dike.

Hevserokê me jî bersiv da, em careke din dubare bikin.

Bi rastî em jî meraq dikin, rê li ber birêz Ocalan vekin, rê ji raya giştî re vekin, em jî bibihîzin, ew dê çawa bersivê bide banga we, dê çi bibêje.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst