'Pêvajoya Çareseriyê': Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikarin roleke erênî bilîzin

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Piştî 8 salan careke din pêvajoya aşitiyê tê gotûbêjkirin. Li gorî siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikarin roleke erênî di pêvajoya çareseriyê de bilîzin.

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin, Nêçîrvan Barzanî dikare di navbera PKK û dewletê de bibe navbeynkar û piştî 8 salan ji nû ve pêvajoyeke aştiyê dest pê bike.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enqereyê, karvedanên nû li pey xwe anîn.

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku hebûna Nêçîrvan Barzanî ya di pêvajoyê de, dikare lihevhatina her du aliyan hêsantir bike.

Li gorî siyasetmedaran, bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê, zehmet e ku PKK û Tirkiyê li hevdû bikin.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enqereyê û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re, bi xwe re nîqaşeke nû anî.

Ji ber ku niha li Tirkiyeyê di navbera PKKyê û dewletê de qala pêvajoyeke nû ya aştiyê tê kirin.

Li gorî hineksiyasetmedaran di pêvajoyeke nû de rayedarên Başûrê Kurdistanê jixwe bi awayekî xwezayî perçeyeke pêvajoyê ne û hebûna wan di pêvajoyeke çareseriyê de dê karê hemû aliyan jî hêsantir bikin.

“Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî dikarin roleke erênî bilîzin”

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel wiha got:

“Dikarin ji bo meşandina pêvajoyê aliyan qanih bikin. Dikarin şaşiyan sererast bikin. Dikarin baweriyan xurt bikin.

Ew tiştên ku ew her du alî nikarin rasterast bi hev re qise bikin Herêma Kurdistanê û birêz Nêçîrvan Barzanî û Birêz Mesûd Barzanî dikarin roleke erênî bilîzin.”

Rêveberên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi bîr dixin ku hem Serok Mesûd Barzanî û hem jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji sala 2009an heta 2013an yek ji aktorên sereke yên pêvajoya aştiyê bûne.

Bêyî hebûna wan zehmet e ku PKK û Tirkiye vê pêvajoyê bi silametî bibin serî.

”Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî gelek caran hewl dan pirsa Kurd were çareserkirin”

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk:

“Rêzdar Serok Mesûd Barzanî jî rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî gelek caran hewl dane li Tirkiyeyê pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên aştiyane bê çareserkirin.

Eger rêzdar Nêçîrvan Barzanî, rêzdar Serok Mesûd Barzanî di vî warî de rolekê bilîzin jî dê ji bo hemû Kurdên cîhanê helbet cihê dilxweşiyê be.”

Herî dawî pêvajoya aştî û çasereseriyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de, 2 salan berdewam kiribû û sala 2015an de ev pêvajo bi temamî ji holê rabibû.

Ji wê demê ve cara yekem e ku evqas bihêz qala pêvajoyeke nû ya aştiyê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst