Hacîosmanoglu soza xwe girt: Li Amedê ye

19-08-2024
Nîşan Îbrahim Hacîosmanoglu Amed Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê TFFyê Îbrahim Hacîosmanoglu ji bo temaşekirina maça Amedsporê çû Amedê.

Amedspora ku di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de têdikoşe dê îro saet 21:00ê mazûvaniya Istanbulsporê bikê.

Berê soz dabû

Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Îbrahim Hacîosmanoglu beriya were hilbijartin soz dabu ku were hilbijartin dê ewil lîstika Amedsporê temaşe bike.

Çû Amedê

Hacîosmanoglu soza xwe girt û doh berê xwe da Ameda Bakurê Kurdistanê.

Hacîosmanoglu bi Serokê Amedsporê Azîz Elaldi re li nava bajêr û li cihên dîrokî yên bajêr geriya û ji aliyê xelkê ve bi awayekî germ hat pêşwazîkirin.

Seroka Şaredariyê, Serokê TFFyê, Serokê Amedsporê û Parêzgar bi hev re rûniştin

Amedsporê jî ew vexwend şîvê û bi Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parêzgarê Amedê Murta Zorluoglu û Serokê Amedsporê Azîz Elaldi re li ser yek maseyê rûniştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst