HESKÎF - Dîroka 12 hezar salî wenda dibe

19-08-2017
Mem Wêranî
Heskîf
Heskîf
Nîşan Êlih Heskîf Dîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Heskîfê ya bajarê Êliha Bakûrê Kurdistanê, ji ber projeyên Bendava Ilisû û Santrala Hîdroelektrîkê, dê bikeve binê avê. Li gel Heskîfê dê dîroka herêmê jî binav bibe.

 

Dîroka avakirina Heskîfê nayê zanîn, lê diroka navçeyê pişta xwe dide serdemên antîk.

 

Tevî ku dewletên Kurd wekî Eyûbî û Merwanî lê desthilatdar bûne, Bîzans, Sasanî, Emewî, Hemdanî û Artûqan jî li navçeyê bûne xwediyên desthilatdariyê.

 

Heskîf ji ber dîrok û bedewiyên sirûştî dibe cihekî balkêş ji geştiyarên xwecihî û biyanî re.

 

Lê ji ber Bendava Ilisû û Santrala Hîdroelektrîkê Heskîf dê bikeve binê avê.

 

Ji xeynî wê, êdî jîngehek jî ji bo ajelên li Heskîfê namîne.

 

Heta niha gelek çalakî ji bo Heskîfê hatine lidarxistin. Lê nikarî ne rê li pêş lêkirina bendavê bigirin.

 

Bi vî awayî, dê dîroka 12 hezar salî wenda dibe...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst