Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Adnan Yuksel Guruz ji ber gotinên xwe yên li dijî Mêrdîniyan rastî nerazîbûnên tund hatibû.
Guruz piştî desteserkirinê bi şertê kontrola dadî û qedexeya derketina derveyî welêt hat berdan.
Guruz li Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê mamosteyê Fakulteya Tibê (Bijîşkiyê) ye. Ew her wiha Birêvebirê Navenda Lêkolîn û Pêşxistina Vaksînan e.
Piştî parvekirineke li ser medyaya civakî, gotinên wî bûn cihê nerazîbûneke mezin û ew ket rojevê.
Jinên Mêrdînî kirin armanc
Parlamentera AK Partiyê ya Îzmîrê Ceyda Bolunmez Çankiriyê li ser Projeya Çeşmeyê daxuyaniyek dabû.
Guruz li ser wê daxuyaniyê hinek gotin parve kiribûn ku wekî heqaret û biçûkxistina jinên Mêrdînî hatin şîrovekirin.
Vê parvekirinê hêrsa gelek kesan rakir.
Ceyda Bolunmez Çankiriyê di bersiva xwe de diyar kir ku nabe ti kes xwe li pişt nasnavê akademîsyeniyê veşêre û kesên din biçûk bibîne.
Çankiriyê destnîşan kir ku armanckirina xelkê Mêrdînê û biçûkxistina jineke siyasetmedar ti carî nayê qebûlkirin.
Lêborîn xwest
Piştî zêdebûna nerazîbûnan, Guruz parvekirina xwe jê bir.
Wî piştre daxuyaniyek da û ji xelkê Îzmîrê û welatiyên Mêrdînê lêborîn xwest.
Guruz îdia kir ku ji ber hestiyariya parastina Çeşmeyê ya li hemberî ranta avahiyan, wî gotinên ku ji armanca xwe derketine nivîsandine.
Lêpirsîn hat destpêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê li ser bûyerê lêpirsîneke fermî da destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya dozgeriyê, parvekirina wî akademîsyenî di çarçoveya madeya 216/2yan a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê (TCK) de hat nirxandin.
Dozgeriyê gotinên wekî "tehrîkkirina gel a ji bo kîn, dijminatî û biçûkxistinê" pênase kirin.
Guruz di çarçoveya lêpirsînê de hat desteserkirin.
Piştî kar û barên îfadeyê yên li dozgeriyê, ew sewqî dadgehê hat kirin.
Dadgehê jî biryar da ku ew bi şertê kontrola dadî û qedexeya derketina derveyî welêt bê berdan.



