Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê angaşt kir ku li başûrê Tengava Hurmizê 2 tankerên petrolê yên ku hewl didan rêyeke taybet bi kar bînin li mayînên deryayî ketine û teqiyane.
Îranê her wiha hişyarî da ku ew xeta başûr bi mayînan hatiye dagirtin.
Artêşa Pasdaran a Îranê da zanîn ku ew her du tanker bi rênîşandana artêşa Amerîkayê û bi piştgiriya balafirên şer hewl didan rêya başûrê tengavê bi kar bînin.
Di daxuyaniya Artêşa Pasdaran de hat gotin ku piştî lêketina mayînan teqînên gelekî bihêz çêbûne û ronahiya agirê wan bi demjimêran Tengava Hurmizê ronî kiriye.
Hat angaştkirin ku hejmara tankeran derket 6an
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew her du tanker li nêzîkî cihê teqîna her du tankerên ku rojek berê teqiyabûn li mayînan ketine.
Îranê angaşt kir ku bi van rûdanên dawî re hejmara tankerên ku li Tengava Hurmizê agir pê ketiye û binav bûne derket 6an.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qirêjiya bermahiya teqînan gihîştiye peravên tengavê. Hat diyarkirin ku armancgirtina tankeran li hemberî "dorpêça deryayî ya neyasayî" ya Amerîkayê û binpêkirina rênimayên Îranê yên li Tengava Hurmizê "çalakiya cezakirinê" ye.
Ji bo rêya başûr hişyariya mayînan
Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî da xwediyên şirketên petrolê jî û ragihand ku ew rêya başûr a ku li Tengava Hurmizê hatiye diyarkirin bi mayînên deryayî hatiye dagirtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tankerên şirketên ku xwe dispêrin rênîşandana berpirsên leşkerî yên Amerîkayê û vê rêyê bi kar tînin dê bikevin nav metirsiyeke mezin.


.webp&w=3840&q=75)
