Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de yek jê komîser 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Sêwaz-Erzinganê otomobîlekê li kamyoneke parkkirî da.
Li ser agahdarkirinê cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Piştî pişkinîna tîmên tenduristiyê derket holê ku Hakan Y. yê 35 salî û dêya xwe Humeyra Y. ya 53 salî canê xwe ji dest daye.
Herwiha di qezayê de şofêrê otomobîlê û jina bi navê Kumru Y. ya 36 salî jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Zanîngeha Erzinganê.
Hat ragihandin ku rewşa her du birîndaran baş e.
Li gorî zanyariyan, Hakan Y. yê ku canê xwe ji dest daye li Birêveberiya Ewlehiyê ya Agiriyê wekî komîser kar dikir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse