Hewlêr (Rûdaw)- Îro, Şemiyê, serê sibehê hêzeke ewlekarî ya mezin a Herêma Kurdistanê hat belavkirin û li gor gotina rêveberê asayişa Hewlêrê, Tariq Nûrî “Belavkirina wê hêzê û danîna xalên pişkinînê yên demkî, manorek ewlekarî bû ji aliyê asayişê ve hat encamdan.”
Rêveberê asayişa Hewlêrê, Emîd Tariq Nûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Di navbera demjimêr 4-6 sibehê de, manoreke ewlekarî hat encamdan bi mebesta amadebûna hêzên ewlekariyê di dema rûdana her bûyereke nexwestî de.”
Emîd Tariq Nûrî red kir ku girêdana vê rewşa ewlekarî bi bûyereke nexwestî ve hebe û sedema encamdana vê manora leşkerî bo “Piştrast kirina hemwelatiyan ji parstina mal û milkê wan” vegerand.
Herwiha Nûrî da zanîn jî ku encamdana vê manora ewlekarî bo wê yekê ye jî ku “Her demê em bixwazin, amadebin bo dariştina pilanên ewlekariyê û wan hêzan bi wî awayî belav bikin, da her kes cih û erkê xwe bizane.”
Rêveberê asayişa Hewlêrê amaje kir ku encamdana manorên ewlekarî gelek girînge da “Her demekê xuda neke rewşeke ewlekarî ya nexwestî rûbide, amade bin bo bi heman awayî pilanên ewlekarî cî bi cîbikin.”

.webp&w=3840&q=75)

