Kampanya perwerdeya bi zimanê dayîkê: Armanc komkirina milyonek îmze

19-01-2021
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteryeya Tora Ziman û Çanda Kurdî , di 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê de kampanya “Ez Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Dixwazim” dide destpêkirin. Armanca kampanyayê komkirina herî kêm milyonek îmze ye.

Ji Sekreteryeya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev ji Rûdawê re ragihand ku di 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê de li ser medya civakî bi ser navê “Ez Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Dixwazim” kampanyayê didin destpêkirin û hedefa wan jî herî kêm komkirina milyonek îmze ye.

Derbarê armanca kampanyayê de Bawer Berşev got: “Armanca Tora Ziman û Çanda kurdî ya sereke helbet rakirina astengiyên li ber perwerdehiya kurdî ye. Em dixwazin  ku zarokên Kurd di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Ji ber ku destpêka pişaftinê dibistan in. Herwiha eger em bigihêjin hedefa xwe em dixwazin ku daneyek ber destê Kurdan hebe ku bi milyonan Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibinin. Wek referanduma ku li Başûr çêbû, bo serxwebûna Kurdistanê. Her çiqas negihiştibe armaca xwe jî ber destê Kurdan %92.7 erêkirinek, xwestekek heye. Mebesta me jî hinek ev e. Ku dinya bizanibe  bi milyonan Kurd îmze dane bo perwerdehiya zimanê Kurdî û dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibînin.”

Bawer Berşev diyar kir ku ew dê kampanyayê roja 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê rabighînin û heta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin û wiha pê de çû: “Ev kampanya dê bi hevkariya Platforma Zimanê Kurdî re were kirin. Em ê banga xwe  bo hemû saziyên Kurdan bikin. Bi taybetî yên bi Kurdî re têkildar. Em dixwazin bi taybetî hemû sazi û dezgehên Kurdan tevlî vê kampanyayê bikin.”

Berşev di heman demê de da zanîn ku ew dê wan îmzeyan ji ji saziyên cihanê re wek Yekitiya Ewropa, herwiha ji parlamentoya Tirkiyê re jî bişînin  û got: “Em dê bejin vaye bi milyonan Kurd dixwazin bi zimanê xwe pererdeyê bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst