Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya PENa Navneteweyî û PENa Kurd, konferansa "Wêje û Aştî" hat lidarxistin.
Konferans bi navnîşana "Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî û Wekheviyê de Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê" hat sazkirin.
Nivîskarên navdar ên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û diyasporayê li gel nivîskarên ji Bask, Katalonya û Şîliyê beşdarî bernameyê bûn.
Konferans 6 û 7ê Çiriya Paşîn bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Peyas, Rezan, Bajarê Nû û Sûrê li Salona Konferansê ya Alî Emîriyê hat lidarxistin.
"Gava sereke zimanê Kurdî ye"
Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez di konferansê de axivî û ji Amedê bangî desthilata Tirkiyeyê kir ku gava sereke zimanê Kurdî ye.
Burhan Sonmez di axaftina xwe de got:
"Divê girtiyên siyasî bên berdan û kesên ku niha li ser çiyayan in karibin vegerin malên xwe.
Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û nasnameya Kurdan bi awayekî fermî were naskirin.
Divê siyaseta tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan bi dawî bibe da ku her kes bikaribe xwe bi awayekî demokratîk bi rê ve bibe.
Bi gotineke din, divê dev ji siyaseta bişaftinê were berdan û jiyaneke hevpar bi rêya garantiyên destûrî were misogerkirin."
Tecrubeya Baskê
Ji Herêma Xweser a Baskê jî mêvan beşdar bûn û wan li ser tecrubeya welatê xwe ya di warê ziman û çareseriyê de agahî dan.
Serokê berê yê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê yê PENa Navneteweyî yê Baskê Urtzi Urrutikoetxea bal kişand ser rewşa zimanê xwe û anî zimên:
"Li welatê me Baskê, ji ber bişaftinê nifşekî me qet nekarî bi zimanê xwe biaxive lê piştî bidestxistina mafan bipêşketinên gelekî girîng û taybet çêbûn.
Pîramîd niha berovajî bûye. Êdî ciwanên me bi zimanê Baskî zêdetir diaxivin.
Di dema bişaftinê de tenê kal û pîr diaxivîn û ciwan nediaxivîn.
Niha jî ew ciwanên wê demê yên ku bûne kal û pîr bi Baskî nizanin lê zarok û ciwanên ji wan çêbûne bi Baskî diaxivin. Rewş guheriye."
"Fermîbûn tekane rêya rizgariyê ye"
Nivîskarên ji Katalonyayê jî tekez kir ku ji bo rizgarkirina zimanê Kurdî pêwîstî bi statuyeke fermî heye.
Alîkarê Serokê PENa Navneteweyî Carles Tornerê ji Katalonyayê diyar kir:
"Li herêmên Kurdan teqez divê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.
Tenê bi vî awayî zimanê Kurdî dikare paşeroja xwe garantî bike.
Statu û rûmeta wî tenê bi vî awayî dikare bilind bibe."
Di konferansa Wêje û Aştîyê de hejmareke zêde ya siyasetmedar, rewşenbîr û hevşaredaran jî amade bûn û wan jî di gotarên xwe de bal kişand ser girîngiya pêvajoya çareseriyê.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
