Hewlêr (Rûdaw) - Her 5 çiyagerên ku li Îdareya Serbixwe ya Soranê winda bûbûn hatin dîtin.
Berdevkê Parastina Sivîlan a Soranê ragihand ku rewşa wan baş e.
Îro Berdevkê Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Mexdîd ji Rûdawê re got:
"Piştî hewldaneke zêde, me bi rêya telefonên wan cihê her 5 çiyageran ê li ser Çiyayê Helgurdê diyar kir û me pêwendî bi wan re danî."
Rewend Mexdîd her wiha anî zimên:
"Her 5 çiyager baş in û çend endamên tîmên Parastina Sivîlan ber bi cihê wan ve diçin.
Em texmîn dikin ku piştî 20 xulekan bigihin cem çiyageran."
Ji ber berf û mijê asê man
Berdevkê Parastina Sivîlan li ser cihê dîtina çiyageran eşkere kir ku ew li beşa jorîn a çiyê asê mane û ji ber barîna berfê û mijê dîtin zehmet bûye û rê li ber wan hatiye girtin.
Hat ragihandin ku ev çiyager ji parêzgeha Dihokê ne û ji bo çiyageriyê çûbûne ser Çiyayê Helgurdê.
Rewend Mexdîd destnîşan kir ku ji bo parastina wan, ji çiyageran hatiye xwestin ku heta gihîştina tîman li cihê xwe bimînin.
#VÎDEO - 5 çiyagerên ku li ser Çiyayê Helgurdê winda bûbûn hatin dîtin 📍 Îro 5 çiyager li ser Çiyayê Helgurdê yê li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê winda bûbûn 🎙 Yek ji wan çiyagerên ku li ser Çiyayê Helgurdê rêya xwe winda kiribû got: 🎙 ❝Me nizanibû ku rewş dê wiha bibe❞ 🎙 ❝Mij ket serê çiyê û 30-40 santîmetreyan berf bariya❞
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 6, 2026
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

