Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Îdir û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde dibistanên hatin girtin.
Li navçeyên Bazîd, Giyadîn û Avkevirê yên Agiriyê berfeke zêde bariya û li hinek gundan dibistan rojekê bûn betlane.
Li 9 gundên parêzgeha Îdirê jî ji ber berf û qeşayê dibistan rojekê hatin girtin.
Parêzgariya Îdirê ragihand ku ew ji ber berfa zêde û qeşayê li 9 gundan, navberê didin xwendinê û dibistan tên girtin.
Li gorî biryarê, li gundên Gundo, Xarabemezra, Alîkoçek, Zor, Pinarbaşi, Kerwansaray, Kizilkule, Taşlica û Muçeyê ji ber berfê dibistan girtî ne.
Herwiha li parêzgehê rêya gelek gundan jî ji ber berfê hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse