Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Krovî yê navçeya Şingalê bûyereke diltezîn qewimî û 3 karkeran canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên Rûdawê, mamek û du biraziyên wî piştî ku karê xwe bi dawî kir berê xwe da xendekeke avê.
Wan li nav zeviyên dexl û danan sondayên avdaniyê kom dikirin.
Xendek bi naylonê hatibû girtin
Xendeka ku ji bo komkirina ava bîrên kûr hatibû amadekirin 4 metre kûr bû.
Her wiha ev xendek bi naylonê hatibû girtin.
Ji bo melevaniyê yekî ji wan xwe avêt nav avê lê ji ber ku xendek bi naylonê hatibû girtin nekarî derkeve.
Li pey wî, mam û birazayê din jî ji bo rizgarkirina wî ketin nav avê.
Lê mixabin her 3 kes bi hev re di xendekê de xeniqîn.
Hat zanîn ku temenê mamî nêzîkî 50 salî ye û temenê birazayan jî di navbera 30 û 35an de ye.
