Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Hacî Omeranê ku nêzîkî 4 mehan girtî mabû, ji nû ve ji bo kolberan hat vekirin.
Bi sedan kesan ji bo debara xwe sînor derbas kir û dîsa dest bi karê xwe kir.
Li sînorê Hacî Omeranê her roj bi dehan kolber ji bo debara malbata xwe barên giran hildigirin.
Ew li ser xeta sînor a di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de dixebitin.
"Jiyan gelekî biha ye"
Kolberê bi navê Elî Ezîzî diyar kir ku rewşa aborî ya li Rojhilat û Îranê her ku diçe girantir dibe û got:
“Li Îranê bihayê nanekî derket hezar û 700 tûmenan. Jiyan gelekî biha ye. Piraniya kesên ku tên vir ji ber hejariyê tên.”
Kolberan anî zimên ku deriyê sînorî ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û aloziyên di navbera Îran û Amerîka û Îsraîlê de nêzîkî 4 mehan girtî ma.
Wan da zanîn ku wan di vê pêvajoyê de gelek zehmetiyên aborî dîtin û got:
“Dema ku kolberî sekinî ji bo me gelekî zehmet bû. Her roj biha zêde dibûn. Jiyana mirovan hîn girantir bû. Ne kar hebû, ne dahat hebû û ne jî sînor vekirî bû.”
Kalemêr û nexweş jî neçar in bixebitin
Tevî temenê wan ê mezin jî hinek kolber hene ku neçar in bixebitin.
Ebdula Mewlûdiyê 71 salî got ku ew ji bo debara malbata xwe kolberiyê dike û got:
“Li malê 7 kes hene ku ez li wan dinêrim. Tenê kurekî min wekî karker dixebite. Eger ez ne mecbûr bûma, min dê di vî temenî de kolberî nedikir.”
Qadir Seyîdzade jî nexweş e lê dîsa kolberiyê dike.
Wî diyar kir ku nexweşiya wî ya gurçikan heye û got, “Eger ez rojekê nexebitim, ez nikarim kirêya xaniyê xwe bidim.
Roja ku ez pereyan qezenc nekim, ez nikarim nan deynim ser sifreya xwe.”
Hejmara kolberan hat sînordarkirin
Li gorî zanyariyan, li ser xeta sînor a Rojhilat zêdetirî 10 hezar kolberên qeydkirî hene.
Beriya ku deriyê sînorî were girtin, her roj nêzîkî 2 hezar kolberan di ser Hacî Omeranê re diçûn û dihatin.
Piştî vekirina derî, rojane tenê destûr ji bo 500 kolberan tê dayîn.
Kolber bi piranî berhemên tekstîlê, kel û pelên kozmetîkê û parçeyên otomobîlan vediguhêzin.


