Li Îtalyayê du keştî bin av bûbûn: Nasnameyên 19 Kurdan diyar bûn

18-06-2024
RÛDAW
Nasnameya 19 kesên di keştiyê ya li Îtalyayê de bin av bûbû hat zanîn
Nasnameya 19 kesên di keştiyê ya li Îtalyayê de bin av bûbû hat zanîn
Nîşan Îtalya Keştî Koçber Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber binavbûna du keştiyên koçberan ên li Deryaya Spî li peravên Îtalyayê, gelek kesan kesan canê xwe ji dest û bi dehan kes jî winda ne.

Rûdawê derbarê nasnameya 19 kesan agahî bi dest xistine ku 8 ji wan xelkê Silêmaniyê ne û 11 kes jî xelkê Hewlêrê ne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji mirovên wan wergirtine ji roja Duşemê û vir ve wan kesan bi malbatên xwe re ti pêwendî nekirine.

Ajansa nûçeyan a Îtalyayê ANSAyê jî ragihand ku 61 kes hîn di nava deryayê de winda ne û pêvajoya lêgerîna li wan berdewam dike.

Nasnameya 11 kesên ji Hewlêrê bi vî awayî ye:

Rêbwar Kemal û Hêro Omer û zarokên wan ên bi navên Lawîn, Larîn Lovan.

Malbateke din jî Ebdulqadir Ehmed û Mujde Omer û zarokên wan bi navên MÎran, Meylan Mardîn û Mîrwan.

Her îşev Rûdawê nasnameya 8 kesên din ên ji Silêmaniyê eşkere kiribû.

Kesekî bi navê Hacî Wartî ji Rûdawê re got, “Di keştiyê de du pismamên min û du zarokên wan hebûn û çarenûsa wan ne diyar e." 

Hacî Wartî da zanîn ku Hejar Mewlûd û Sazgar Usman û her du zarokên wan ên bi navên Mêrwan û Mihemed di wê keştiyê de bûn.

Kesekî bi navê Hesen Mele Nebî ji Rûdawê re da zanîn ku xwişka jî yek ji wan kesan e ku di keştiyê de bû û got:

"Navê xwîşka min Xûnçe ye û zavayê me Aram Ebdulrehman e û du keçên wan bi navê Mensa û Meyê di keştiyê de bûn." 

Hasan Mele Nebî eşkere kir ku xwîşka wî ducanî ye û ji ber ku meha bê dê zaroka xwe bianiya dinê û got:

''Qaçaxçiyê wan Kurd e û li Tirkiyeyê ye, em pê re axivîn. Ji min re got, xwîşka min û hevjîê wê û zarokên wan di keştiyê de bûn.''

2 keştiyên koçberan ku yek ji peravên Tirkiyeyê û ya din jî ji bakurê Afrîkayê birê ketbûn, doh duşemê li peravên Îtalyayê bin av bûbûn.

Rêxistina Hawarçûnê ya Almanyayê jî di daxuyaniyekê de ragihand, keştiya wan  51 kes di navbera peravên Lîbyayê û Îtalyayê de rizgar kirin û termên bi dehan koçberên din jî hebûn.

Li aliyê din ve Fermangeha Hevahengî û Şopandinê ya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihan ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe hemû alîkarî û hêsankariyan ji bo vegerandina termên qurbaniyan û dîtina kesên winda dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst