Dayika Mihemed Bozan ê 13 salî: Ciwanên Şoreşger kurê min birine

18-06-2023
RÛDAW
Wêne û grafîk: Rûdaw
Wêne û grafîk: Rûdaw
Nîşan Rojava Girkê Legê Mihemed Bozan Elya Ehmed Ciwanên Şoreşger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî 13 salî ew heft roj in wenda ye û malbat dibêje, Ciwanên Şoreşger kurê wan birine. Malbat bi rêya Rûdawê daxwaza vegerandina kurê xwe dike.

Mihemed Bozan, zarokekî 13 salî ye ji bajarê Kobanî li gel malbata xwe li bajarokê Girkê Legê yê Dêrikê dijîn.

Malbata Mihemed Bozan ji Rûdawê re got, kurê wan roja 11ê vê mehê demijmêr 5ê êvarê ji malê derketiye û heta niha venegeriyaye mal.

Li gorî malbatê, wan ji gelek kes û aliyan pirs kirine û derketiye ku kurê wan Mihemed Bozan ê 13 salî li cem Ciwanên Şoreşger e û niha li bajarê Qamişloyê ye.

Diya Mihemedê 13 salî, Elya Ehmed ji Rûdawê re got, ew ji bo vegerandina kurê xwe çûne navendên Rêveberiya Xweser û Ofîsa Parastina Zarokan, herwiha wê name ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Ebdî re jî şandiyee, lê heta niha kurê wê nehatiye vegerandin.

Elya Ehmed got, nexweşiya tengenefesiyê (Rebo) bi kurê wê re heye û nikare bibe leşker.

Dayika Mihemedê 13 salî bi rêya Rûdawê bang li berpirsên Rêveberiya Xweser kir ku kurê wê vegerînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst