Li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê bi hinceta 'endamtiya PKKê' kesek hat girtin

18-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Tirkiye Sûriye Sirûc Kobanî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li ser sînorê navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, bi hinceta “endamtiya PKKê” kesek ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, îro 18ê Hezîrana 2023 “endamekî PKKê” li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê xwestiye ji Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ew li ser sînor desteser kirine.

Kesê ku bi hinceta “endamtiya PKKê” hatiye desteserkirin, bo rêveberiya ewlekariyê hatiye veguhastin û hat ragihandin, derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Medyaya Tirkiyê li ser nasnameya wî kesî ti zanyarî belav nekiriye, herwiha eşkere nekiriye ew kes hemwelatiyê kîjan welatî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst