Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî payebilind ê Tevgera Goran keyfxweşiya xwe ji bo başbûna tendirûstiya serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî ragihand.
Şeva din piştî zêdetirî 5 mehan wêneyên nû yên serokomarê Iraqê û sekreterê YNKê Celal Talabanî hatin belav kirin. Pijîjkên Talabanî jî ragihand ku rewşa tendirûstiya wî pir baş e.
Berpirsê peywendiyên derve yê dîplomasî yê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm derbarê belavbûna wêneyê nû yê Talabanî de ji Rûdawê re wiha got: “Ev nûçeyeke û hatiye belavkirin, em jî keyfxweşin ku tendirûstiya wî ber bi başbûnê ve diçe.”
Li ser pirsa tê gotin ku çapemeniya Tevgera Goran giringî nedaye belavbûna wêneyên Talabanî, Mihemed Tofîq daxuyand: “Kanala KNN belav kiriye.”
Mihemed Tofîq Rehîm ragihand ku agehdariya wî ji wê yekê nîne ku Tevgera Goran ti daxuyaniyekê li ser vê mijarê belav bike.

.webp&w=3840&q=75)

