Hewlêr (Rûdaw) - Roja 19ê sibata par, çend top li nav maleke gundê Basûtê yê herêma Efrînê ketibûn. Di encamê de, keçek 14 salî canê xwe ji dest dabû û 9 kesên din jî ji heman malbatê birîndar bibûn. Piştî derbasbûna salekê di ser wê karesatê re, heta niha ew malbata Efrînî hêj êş û azarên wê karesatê dikişîne.
Piştî çareseriya bizîşkî, hin ji birîndaran çak bûn û vegeriyan jiyan xwe ya normal, lê hin ji wan birîndaran heta niha ji derdê birînên xwe dinalin.
Hejmarek ji wan birîndar bi şêweyekî timî astengdar bûne. Hîç aliyek jî alîkariyê ji wan birîndar û astengdaran re pêşkêş nake.
Hêva Mihemed Kelaho, 14 salî, jiyana xwe ji dest dabû. Mihemed Nebî Kelaho, 10 salî, bi giranî birîndar bûbû, heta niha parçe li nav laşê wî hene û destekî wî pûç e.
Xelîl Mihemed Nebî, 43 salî, bi giranî birîndar bûbû, û heta niha ji lingekî xwe astengdar e.
Dîlber Xelîl Kelaho, 14 salî, bi sivikî birîndar bûbû, û piştî wergirtina çareseriyê rewşa wê baş bûye.
Ava Xelîl Kelaho, 12 salî, bi giranî birîndar bûbû, û heta niha ji milê xwe astengdar e.
Cînav Ziyad Kelaho, 12 salî, hestiyê lingê wê şikestibû, û 4 mehan li erdê mabû.
Şivan Xelîl Kelaho, 7 salî, bi sivikî birîndar bûbû, û niha bi asayî dijî.
Dijwar Nezmî Kelaho, 10 salî, çoka wî birîndar bûbû, û niha çak bûye.
Henan Mihemed Kelaho, 12 salî, bi giranî birîndar bûbû, û ji lingekî xwe astengdar e.
Piştî derbasbûna salekê di ser vê karesatê re ku malbatek bi temamî dabû ber xwe, hîn jî çend birîndarên wê ji birînên xwe dinalin.
Çend kes ji wan jî bi şêweyekî dayimî astengdar bûne. Kesûkarên wan dibêjin ku ne tu aliyekî siyasî, yan civakî û ne jî Tirkiyê guhnedane rewşa birîndarên wan, tevî ku pêwîstiya wan bi alîkariy bilez û berdewam heye.

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)