Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo gelê Kurd çîroka xwe nîşanî cîhanê bide rêya herî kurt sînema ye.
Fîlmê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" ku Helkewt Mistefa derhêneriya wî kiriye bi merasîmeke taybet li Hewlêrê hat nîşandan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî vê merasîmê bû û fîlm temaşe kir.
Fîlm li ser şerê bi DAIŞê re ye û balê dikişîne ser rola jinan a di vî şerî de.
"Sînema rêya herî kurt e"
Nêçîrvan Barzanî piştî fîlmê axivî û spasiya tîma fîlmê kir û got:
"Ji bo ku em wekî milet çîrok û serpêhatiya xwe nîşanî gelên dinyayê bidin, sînema û fîlm rêya herî kurt e.
Ev ne demeke dûrûdirêj e lê wekî ku em ji bîr dikin bê Kurdistan bi qehremaniya kîjan şehîdan hat parastin.
Em spasiya Koalîsyona Navneteweyî dikin ku alîkariya me kir lê yên ku li ser erdê bûn, berxwedan kir û xwîna xwe da pêşmergeyên me yên qehreman bûn.
Em îro ji wan re dibêjin ku xwîn û keda wan bi valayî neçûye."
"Şervanên Kurd ên jin bi bîra me xistin"
Serokê Herêma Kurdistanê spasiyeke taybet pêşkêşî Derhênerê Fîlmê Helkewt Mistefa û lîstikvana sereke a fîlmê Avan Cemalê kir û wiha pê de çû:
"Avan Xanimê di vê fîlmê de bi awayekî gelekî xweşik ne tenê berxwedana Pêşmerge, berxwedana wan şervanên jin jî bi bîra me xist ku li Kobanî û deverên din şehîd bûn.
Bi rastî wê karekî mezin kiriye, destên we sax bin."
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de spasiya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Fermandariya Zêrevanî û hêzên Îraqê yên li Mûsilê kir ku alîkariya çêkirina fîlmê kirine.
Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya Wezareta Rewşenbîrî ya Îraqê jî kir ku ev fîlm wekî namzeda fermî ya Îraqê ji bo xelata Oscarê diyar kiriye.
Temamiya axaftina Nêçîrvan Barzanî:
"Kak Bêstûn di destpêka axaftina xwe de, behsa wê yekê kir ka ez dê çawa vê fîlmê binirxînim.
Bi rastî ez vê yekê ji pisporan re dihêlim lê ya ku dixwazim piştî temaşekirina fîlmê bibêjim ew e ku ji bo em wekî milet çîrok û serpêhatiya xwe nîşanî gelên dinyayê bidin, sînema û fîlm rêya herî kurt e.
Dema min temaşeyî vê fîlmê kir... Ev ne demeke dûrûdirêj e çend sal in lê xwedêgiravî em ji bîr dikin. Em ji bîr dikin ka Kurdistan bi kîjan qehremanî û xwîna şehîdan hat parastin.
Em spasiya Koalîsyona Navneteweyî dikin, ew welatên ku alîkariya Herêma Kurdistanê kir, em spasiya wan dikin lê yên ku li ser erdê bûn, berxwedan kir û xwîna xwe da û westiyan, pêşmergeyên me yên qehreman bûn.
Ez dixwazim em li vê derê, wan hemû qehremanan bi bîr bînin ku ji bo Kurdistanê xwîna xwe da.
Êş kişandin, şehîd bûn, birîndar bûn û îro em ji vê derê ji wan re dibêjin ku xwîn û keda wan bi valayî neçûye.
Lê girîng e ku em karibin bi rêya fîlm û sînemayê çîrok û serpêhatiya miletê xwe bigihînin cîhanê.
Di vê fîlmê de, ez dixwazim destpêkê destxweşî û spasiyeke taybetî li Kak Helkewt bikim. Bi rastî wî karekî gelekî ciwan kiriye û em çepikan ji wî re lê didin.
Ez dixwazim bi ji dil û can qedirgirtin û spasiya rola Avan Xanimê bikim.
Bila em ji bîr nekin ku bi rastî Avan Xanimê di vê fîlmê de bi awayekî gelekî xweşik ne tenê berxwedana Pêşmerge, berxwedana wan şervanên jin jî bi bîra me xisti ku li Kobanî û deverên din şehîd bûn.
Wê berxwedana hemûyên wan nîşanî me da. Ez dixwazim em bi rêz û spasî çepikeke bihêz ji bo Avan Xanimê lê bidin. Bi rastî wê karekî mezin kiriye, destxweş, destxweş.
Ez spasiya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Fermandariya Zêrevanî dikim ku alîkarî dan ku ev fîlm bê çêkirin. Cenabê Wezîr jî li vir e, em spasiya wî dikin.
Em spasiya hêzên Îraqê dikin. Spasiya wanên dikin ku li Mûsilê bûn alîkar ku ev fîlm bê çêkirin.
Em spasiya Wezareta Rewşenbîrî ya Îraqê dikin ku ev fîlm ji bo pêşandana li Oscarê wekî namzed nîşan da.
Bêguman divê em ji vir spasiya welatê Norwecê jî bikim. Ji ber ku beşek ji vê fîlmê li wir hatiye çêkirin û fon jî jê re hatiye dayîn û alîkariya pêwîst ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Norwecê ve jê re hatiye terxankirin, ew jî cihê spasî û pêzanînê ne.
Ji bilî vê gotineke min a din nîne, ez ji we re daxwaza serkeftinê dikim Kak Helkewt, Avan Xanim, înşelah hûn dê serkeftî bin.
Mînakên we li vî welatî zêde bin û hikûmeta herêmê û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê jî hemû... û her wiha beşa kerta taybet jî bila ji bîra min neçe, rola kerta taybet jî di vir de hebûye, wan di çêkirina vê fîlmê de, ez dixwazim spasiya wan jî bikim.
Eger min kesek jî ji bîr kiribe, bi rastî ez naxwazim wisa be.
Ez dixwazim spasiya we hemûyan bikim. We karekî gelekî, gelekî xweşik kiriye, destên we sax bin, înşelah mînakên we zêde bin û hûn serkeftî bin û gelek spas ji bo hemû aliyan."


