Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji birîndarên teqîna ku roja înê ya borî li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, jiyana xwe ji dest da.
Roja 14/2/2014 derdora saet 7ê êvarê bi dema Qmişlo teqînek li nava bazara bajarokê Tirbespiyê pêkhat û di encam de 4 kes birîndar bûbûb.
Yek ji birîndarên wê teqînê bi navê Mufîd Hiznî ji ber giraniya birînê wî ew rakiribûn nexweşxaneyeke Tirkiyê.
Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Mufîd Hiznî yê ku bi motorê xwe di cihê bûyerê re derbas dibû, îro li nexweşxaneyê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.
Heta niha jî ti aliyekî berpirsiyariya teqînê, ku bi gotina wî şahidî di rêya otombîleke bombekirî re bû, ne girtiye stûyê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse