Tirkiyeyê herêma Eyn Îsayê topbaran kir

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Eyn Îsa Rojavayê Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Tirkiyeyê herêma bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Tirkiyeyê îro herêma bajarokê Eyn Îsayê yê ku dikeve bakurê Reqayê topbaran kir.

Her li gorî zanyariyan, hêzên Tirkiyeyê di çarçoveya wê topbaranê de, çend xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin armanc.

Di dirêjiya heftiya borî de hêzên Tirkiyeyê çend caran bi rêya bombebaran û topbaranan êrişî Rojavayê Kurdistanê kir.

Di wan êrişan de ziyaneke mezin gihiştiye avahî, wêstgeh û dazgehên xizmetguzariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst