ENKS: Em Tirkiyê wek dijmin nabînin

17-12-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Serokê Nûneratiya ENKSê ya li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd
Serokê Nûneratiya ENKSê ya li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd
Nîşan ENKS Siûd Mela Rojava Tirkiye
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - ENKSê ji ber axavtina Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) Siûd Mela ku tê de Tirkiyê wek dijminê sereke yê Kurdan bi nav kir, daxuyaniyek belav kir. ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nêrînên Siûd Mele, ne nêrînên fermî yên ENKSê ne û ew Tirkiyê wek cîran dibînin, ne wek dijmin.

Semînera Serokê ENKSê Siûd Elmele ye ku 10 meha 12 ya îsal li bajarê Qamişlo birêve çû bû. Di semînerê de Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd ENKSê ku beşeke ji opozisiyona Sûriyê ya ku Turkiya piştevaniya wê dike, Tirkiyê wek dijminê sereke yê Kurdan bi nav kir.

ENKSê di beyanameyekê de, 15ê heman mehê, wate 5 roj piştî semînerê di derbarê mijarê de got, axaftinên Siûd Mela tenê nûneratiya wî dikin û nêrîna fermî ya ENKSê nîne. Ew welatê Tirkiyê wekî cîran dibînin, ne wek dijmin.

Serokê Nûneratiya ENKSê ya li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd got, “Em wek ENKSê, me nedîtiye dewleta Tirkiyê dijmine me ye. Em dibînin cîran, mamoste Siûd jî agahdarî daxuyaniya ENKSê ye, ev yek sîstema dinyayê ye, li ser asta dewletan jî eger wezîrek, helwestekê bide ku ne ya encûmena wezîran be, ji mafê berdevk e derkeve ser ragihandinê.”

Hejmarek ji beşdarbûyên semînerê, behsa semînerê dikin ku bûye mijar li Rojavayê Kurdistanê, ew dibêjin axaftina Siûd Mela bi dilê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye û nêrînên nakok di nava ENKSê de eşkere dike.

Beşdarê semînarê Dr. Ferîd Sedûn, “Em li benda wê yekê bûn kesek bêje ku çi li hundirê ENKSê de rû dide, nêrînên wan yên siyasî çi ne û çi dixwazin, û asta bandora welatên herêmî, li ser siyaseta wan, mamoste Siûd nêrîna xwe û beşek ji xelkê eşkere kir, ev helwest divabû hatibane eşkere kirin.”

Beriya niha Rêveberiya Xweser û partiyên PYNKê wek merc ji bo dubare destpêkirina danûstandinê Kurdî-Kurdî daxwaz ji ENKSê kiribûn helwesta xwe derbarê Tirkiyê de zelal bike, herçiqas ji ENKSê bi xwe jî helwestên cûda derketin lê dibe ku beyanameya dawî ya encûmena bersiva bê guman be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst