QERS - 2 malbat bi dar û keviran bi hev ketin: 5 kes birîndar bûn

17-11-2023
RÛDAW
Nîşan Pevçûna Malbatan Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, du malbat bi dar û keviran pev çûn.

Di encama pevçûnê de, 5 kes birîndar bûn.

Li gundê Zavodê yê parêzgeha Qersê, di navbera endamên 2 malbatan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaş veguherî pevçûnê û her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kirin.

Di pevçûnê de ji her du malbatan Bekir, Yakup, Mahsun Yokuş, Îlhan û Cîhan Matsar birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndaran veguhestin nexweşxaneyên bajêr.

Herwiha cendirmeyan di ketin û derketina gund de tedbîrên ewlehiyê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst