Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê rewşa li Rojava de ragihand ku gelek eşkere ye ku dewleta Tirkiyê ji hevdîtina Trump û Erdogan hêz girtiye û dibêje: “Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava weke milkê xwe dibîne. Li şuna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dike, bi demografiya civaka dilîze, dibêje ku ‘agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne’. Beriya her tiştî ev ne rast e.”
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebdulhemid El Mihbaş û Bêrîvan Xalid derbarê rewşa dawî ya li herêmê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Ebdulhemid El Mihbaş ve hat xwendin.
“Êriş berdewam in”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê Sûriyê yên girêdayî Enqere li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Ebdulhemid El Mihbaş diyar kir ku gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Surîyê di şerê dijî DAIŞ de bedelên herî giran dan û wiha pê de çû: “Îro bi handan û erêkirina dewleta Amerîka û Rusyayê di bin êrîş û komkujîyên hovane yên dewleta dagirker a TirkIyê û çeteyên faşist ên bermahIyên DAIŞ û Nusrayê de ne û careke din her roj berdelên giran didin. Gundên wan, bajarên wan û warê wan tên xerakirin û bombekirin.”
“Kiryarên Tirkiyê yên li Efrînê li ber çavan e”
Êrişa li Efrînê Ebdulhemid El Mihbaş bibîr xist û got: “Sicila dewleta dagirker a Tirkiyê li Efrinê li ber çavan e. Bi sed hezaran gelê Kurd hatin koçberkirin û li şuna wan malbatên DAIŞ û Nusrayê yên artêşa sexte ya millî ya Sûriyê hatin bicihkirin. Bi sedan jin û zarokên Kurdên Efrînê hatin revandin, talan û dizî bê sînor pêk tê. Lê Neteweyên Yekbûyî û hêzên navnetewî li hemberî komkujî û guhertina demografîk ku li Efrînê li ser gelê Kurd pêk hat hîn jî bê deng in.”
El Mihbaş amaje kir ku Erdogan li Amerîkayê li ber çavên cîhanê xwe mafdar dît ku careke din “nexşeya dakirkeriyê nîşanî herkesî bide, daxwaz û biryara xwe ya dagirkirina Rojava” bîne ziman û wiha domand: “Ev rûreşiyeke pir mezin bû ku ne dewleta Sûriyê bi xwe, ne jî li ser nirxên mirovahiyê û demokrasiyê yek kes jî bersiv neda gef û daxwazên Erdogan.”
“Kes razî nîne”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser rexne li helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump girt û wiha axivî: “Pir eşkere ye ku dewleta dagirker a Tirkiyê ji hevdîtina Trump û faşist Erdogan hêz girtiye. Erdogan li Waşingtonê jî bi rehetî di kare bêje ku ez ê milyonek penaber li Reqa û Dêrazorê bi cih bikim. Erdogan weke xelîfeyê Osmanî axa Rojava û Bakurê Surîyê weke milkê xwe û dewleta Sûriyê jî weke eyaletek Osmanî dibîne. Li şuna ku Trump bêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dike, bi demografiya civaka dilîze, li ser gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan komkujî û qirkirinê pêş dixîne, dibêje ku `Agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne`. Beriya her tiştî ev ne rast e. Ti kes ji komkujî û dagirkirinê ne razî ye. Bi sed hezaran Kurd, Ereb û Kristiyan wexta di bin tang, top û balafirên dewleta dagirker a Tirkiyê de tên qirkirin, bi zorê ji gund û bajarên xwe tên derxistin ew dê çawa razî bin ku kesên biyanî ku tu mafê wan tune ye were li gund û bajarên wan bê bi cih kirin.”
“Bangewaziyame ji bo Sûriyê heye”
El Mihbaş anî ziman ku bangewaziya wan ji bo Sûriyê jî heye û got: “Em hêvîdar in ku dewleta Sûriyê û Esed ziman û nêzîkatiyên çareserî pêş bixîne. Em weke gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ti caran hedefek û armancek me ya perçekirina Surîyê çênebûye. Gotin û suçdariyên parçekirina Sûriyê ku ji bo me tê gotin ne rastin û rastiyê venabêje. Ev 8 salin li hemberî hêzên dakirker, çeteyên DAIŞ û Nusrayê me axa Surîyê û yekîtîya Surîyê parastiye. Ev serkeftin ji bo hemû gelên Sûriyê ser bilindiyek e. Çawa ku tu hesabên me li ser parçekirina Sûriyê tune, divê tu kes jî hesaban nekin ku Sûriyê weke 8 sal berê be. Ya herî rast qebûlkirina hevdû ye û li hemberî hevdû pêşxistina ziman û nêzîkatiyên çareseriyê ye. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku hemû gel xwedî nasname û mafan bin çi erk û berpirsiyartî dikeve ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyê em amade ne ku pêk bînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse